Aliyên siyasî yên Sûdanê li ser peymanekê lihev kirin

Piştî darbe û aloziya bi mehan, li Sûdanê asoyên aramiyê xuya dikin.
Koma Hêzên Azadî û Guhertinê-Hêzên Lihevhatina Netewî li Sûdanê li ser danazana siyasî ya ku pêvajoya 30 mehan a derbasbûna siyasî îmze kirin.

Serokê Komîteya Têkiliyan a Koma Lihevhatina Neteweyî ya Sûdanê û Serokê Herêma Darfûrê Mînî Arko di axaftina xwe ya di merasima îmzeyê ya li Salona Kongreya Dostaniyê ya li paytext Xartûmê hat lidarxistin de got;

Di pêvajoya veguhestinê de, artêş beşek ji hikumetê ye.

Ev yek jî bi îdiaya rewşa li welat ne arame pêk hat.

Minawî diyar kir ku ev danezan li gorî daxuyaniya Destûra Bingehîn a 2019’an di navbera leşker û sivîlan de hatiye îmzekirin pêk hatiye.

Her wiha diyar kir ku bi erêkirina hemû aliyên qonaxa veguhêz dikare di daxuyaniyê de hin guhertinan pêk bîne.

Yek ji serokên Koma Lihevhatina Neteweyî Suleyman Sandal jî diyar kir ku piştî îmzekirina danezana siyasî 30 meh ji bo pêvajoya veguhestinê hatiye diyarkirin.

Di 25’ê Cotmeha 2021’an de, li Sûdanê artêşê darbe pêk anî.

Ji wê rojê ve li welat xwepêşandan û alozî kêm nebûye.

Back to top button