Hevdîtinên şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistan-KNK’ê ji bo pêşîgirtina şerênavxweyî li gel aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê didome. Şandeya KNK’ê li gel Partiya Sewz (Kesk) a Başûrê Kurdistanê civiya.
Hate ragihandin ku di civîna navbera her du aliyan de li ser pirsgirêk û aloziyên ku li Başûrê Kurdistanê didome axaftina hatine kirin.
Partiya Sewz (Kesk) a Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo hewildanên şandeya KNK’ê nîşandaye û diyarkir ku ew li dijî hemû alozî û hewildanên şerê navxwe ne.