Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê: Dronek artêşa Tirk hate xistin

Gerîllayên YAJ-Starê li hêzên artêşa Tirk dan.
Di çalakiyan de dronek hate xistin û leşkerek hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama çalakiyên dawî yên gerîlla li dijî artêşa Tirk eşkere kir.

Li gorî vê,

22’ê Tebaxê li herêma Zapê, hêzên artêşa Tirk xwestin nêzî çeperên şer ên Qada Çemço bibin.

Di encama destwerdana gerîlla de, ev hewldana wan neçû serî û leşkerên Tirk neçar man paşde biçin.

Li heman qadê, di çalakiya sekvaniyê de, leşkerek jî hat kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di 24 saetên dawî de artêşa Tirk,

8 caran bi teqemeniyên kîmyewî, 17 caran bi helîlopteran û 4 caran jî bi balafirên şer Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.

Back to top button