Li aliyê din tevî hemû bangan û hişyariyan jî PDK li dijî gerîla amadekariyên êrîşan dewam dike.
Hat ragihandin PDK li herêma Rencbiraxê a Zapê hêzên xwe kom dike da ku êrîşî gerîla bikin.
Hat diyarkirin ku hêzên taybet ên PDK’ê ku tevlî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser başûrê Kurdistanê bûne, li herêma Zapê amadekariyên êrîşên li dijî gerîla dikin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî hêzên bi navê Gulan û Zerewanî yên PDK’ê wê li herêmên Sîda, Saca û Çemço a bi ser herêma Rençbirax a Zapê li dijî gerîla dest bi êrîşan bikin.
PDK a ku ji 5’ê Hezîranê ve li ser daxwaza dewleta Tirk beşdarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê bûye, hêzên xwe li qadên gerîla zêde dike û qadên gerîla dorpêç dikin.
Tevî hişyarî û bangan jî hêzên xwe vanakişîne û her diçe zêde dike.