Li dijî navendeke Îsraîl a li nêzî Xezayê êrişek moşekî pêk hat

Ji aliyê Xezayê ve moşekek ber bi komelgeheke niştecihbûnê ya Îsraîlê hate avêtin.
Serokwezîrê Îsraîl Naftali Bennett, ji ber zêdebûna aloziya vê dawiyê ya li Îsraîl û Filistînê, Hamas tawanbar kir.

Şevê din komelgeheke Îsraîlê li nêzî Xezayê bi mûşekekê hat topbarankirin.

Îsraîlê jî saetên despêkê yên îro bi balafiran êrişê Xan Yûnisê a li başûrê Zîvala Xazayê kir.

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku êriş li dijî navenda çêkirina çekan a Hemasê pêk hatiye.

Derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî nehatin parvekirin.

Ev bûyer yekem e ku piştî şerê dawî yê di Gulana par de rû dide.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wan bersiva moşekekê dane.

Bennett ji aloziya li herêmê Hemas tewambar kir

Serokwezîrê Îsraîl Naftali Bennett tiştên ku di “hefteya borî” de li Qudsa Rojhilat a dagirkirî qewimî wek “Kampanyaya li dijî Îsraîlê ya bi pêşengiya Hamasê” nirxand.

Di heman çarçoveyê de Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wê sibe civîneke girtî lidar bixe û bûyerên li Qudisê gotûbêj bike.

Ev civîn li ser daxwaza Fransa, Çîn, Nerwic û Îmaratê wê were lidarxistin.

Back to top button