Koalîsyona hikumeta Şerîf dest bi kar kir

Aloziyên siyasî yên di nava Pakistanê de, dawî li hikuemta Îmran Xan anîbû.
Piştî hilbijartina serokwezîrê Nû hina jî hikumet hat avakirin.
Li Pakistanê hikûmeta koalîsyonê ya Serokwezîr Şahbaz Şerîf piştî sondxwarinê dest bi kar kir.
Di kabîneya Şerîf de 31 wezîr cih digrin.

Aloziya siyasî ya li nava Pakistanê bi guhertina hikumetê re dawî bû.

Li gorî nûçeya di çapemeniya Pakistanê de hatine weşandin de, ji ber nexweşiya Serokkomar Arif Alvî, merasîma sondxwarinê ji aliyê Alîkarê Serokomar û Serokê Senatoyê Muhammed Sadik Sanjranî ​​ve hat lidarxistin.

Merasîma vekirina sondxwarinê ya ku li avahiya Serokomariyê pêk hat.

Di merasîmê de metna sondxwarinê ya ku Sancranî xwend, endamên hikûmeta koalîsyonê dest bi erka xwe kirin.

Di çapemeniyê de hat îdiakirin ku merasîma duh hatibû plankirin.

Lê bi hinceta ku Serokomar Alvî qebûl nekiriye merasima sondxwarinê bê lidarxistin ji bo îro hat taloqkirin.

Di kabîneyê de 31 wezîr cih digrin

Di kabîneyê de 31 wezîrên federal û 3 cîgirên wezîran cih digrin.

Tê gotin wê di rojên pêş de kabîne bê berfirehkirin.

Wê piştre were eşkerekirin ku di nav hikûmeta koalîsyonê de kîjan wezaret wê kî birêve bibin.

Ji aliyê din ve, şêwirmendên serokwezîr Şerîf, Amir Mukam ji partiya wî, Kamar Zaman Kaira ji PPP û Avn Chaudri, ku ji Partiya Tevgera Dadmendiyê ya Pakistanê (PTI) ya serokwezîrê berê Imran Khan veqetiya.

Serokê Partiya Gel a Pakistanê (PPP) Bilaval Bhutto Zardari ku navê wî bi Wezareta Karên Derve ve girêdayî ye, di kabîneyê de cih negirt.

Şerîf 11’ê Nîsanê ji bo serokwezîriyê hatibû hilbijartin

Şehbaz Şerîf birayê Newaz Şerîf ku 3 dewran li welêt bû serokwezîr, di hilbijartina 11’ê Nîsanê de bi 174 dengan bi piştgiriya piraniya mutleq wek serokwezîr hat hilbijartin.

Hikûmeta Îmran Xan ku di encama dengdana pêbaweriyê ya ku 10’ê Nîsanê li parlamentoya hatibû kirin de 174 dengên na wergirtibû.

Back to top button