Li Meksîka jimara kesên windayî nêzî 100,000’î bûye

Meksîkî winda dibin.
Ev 58 salin li Meksîka jimara kesên hatine windakirin roj bi roj zêde dibe.
Di rapora Navê Kesên Windayî ya Netewyî de, hat diyarkirin ku li welêt ji 1964’an ve, jimara kesên ji ber sedemên cuda winda bûne nêzî 100 hezarî bûye.

Di rapora Netewî ya Sivîl a ji bo Kesên Windabûyî de hat gotin ku hikûmetê ji bo windayan bi têra xwe hewil nedaye û wiha hate gotin:

“Em ji dewleta Meksîkayê daxwaz dikin ku ji bo dîtina kesên ji ber bûyerên tirsnak hatine windakirin, bi awayekî berfireh û bi hêz têbikoşin.

Ya ku li welat em dijîn, krîza tundî û bêewlehiyê ye.”

Di raporê de hat bibîrxistin ku tevî tundiya çeteyan, berpirsyarê windahiyan ser hikumetê ye û wiha dewam kir:

“Cihê xemgîniyê ye ku her diçe hîn zêdetir malbat bi êşên bivî rengî re rûbirû dimênin.

Bêtirî 4 hezar gorên veşartî hatine dîtin.”

Di raporê de hat diyarkirin ku divê rayedar demildest bersivê bidin daxwazên malbatên windayan.

Her wiha ji gelek saziyên sivîl ên li ser windayan dixebitin jî hat xwestin ku bi baldarî bên lêkolînkirin.

Li gorî raporên komîsyona lêgerînê ya li Meksîkayê, ji 94 hezar û 500 kesên ku li welêt winda bûne, ti agahî nayê girtin.

Back to top button