Şehîd Sara û Rûken li Kobanê hatin bibîranîn

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê bi dirûşma “Cenga azadiyê bi ser bixin” şehîd Rûken Zelal û Sara Tolhildan di salvegera yekemîn a şehadeta wan de bi bîr anîn.

Merasîm li avahiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê li bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Di merasîmê de nameyên her du şehîdan Dîlara Orber (Rûken Zelal) û Fermez Hisên (Sara Tolhildan) hatin xwendin ku beriya çalakiya xwe ya fedaî li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar bixin, nivisîbûn.

Dûre sînefizyonek têkildarî kurtejiyana her du şehîdan hate pêşandan.

Şehîd Rûken Zelal û Sara Tolhildan, li herêma Mêrsînê ya Bakurê Kurdistanê 26`ê Îlona borî, çalakiyeke fedaî li dar xist. Di encamê de 6 leşkerên tirk hatin kuştin.

Back to top button