Hizbullah piraniya kursiyên xwe yên parlamantoyê ji dest da

Di bin siya krîza aborî û siyasî de, 15’ê Gulanê Libnanî ji bo hilbijartina nûnerên xwe çûn ser sindoqan.
Bi eşkerebûna encamên hilbijartinê re, Hizbullaha Libnanî ya piştevaniya xwe ji Îranê digre, derbên giran xwarin.
Wezîrê Karên Hundirîn yê Lîbnanê Mawlawî jî ragihand ku 13 kesên reformîst yên di xwepêşandanên 2019’an de pêşengtî kirine jî ser ketine.

Hevalbenda Hizbullahê, Yekîtiya Niştimaniya Azad, ji sala 2006’ê ve di hilbijartinan de derba herî mezin xwarin.

Herî dawî di hilbijartina parlemanê ya sala 2018`ê de, Hizbullahê karîbû ji 128 kursiyên parlemanê 71 kursî bidest bixe.

Çîna serdest ji hilweşîna darayî ya li welat û teqîna Bendera Beyrûtê berpirsyar hat dîtin û cihê meraqê bû ku Hizbullah dikare di van hilbijartinan de piraniya xwe ya parlemanî biparêze yan na.

Li LIbnanê ku 3 milyon û 917 hezar hilbijêr lê qeydkirî ne, di hilbijartina giştî ya piştî hilweşîna aborî ya 2019’an dest pê kiribû da, rêjeya beşdarbûnê ji sedî 41 ma.

Xelkê ku ji elektrîk, derman, komkirina zibil û xizmetên ku di jiyana asayî bêpar mane û ketine nav xizaniyê, hikûmetê bi wê yekê tewambar dikin ku ji bo parastina aborî ti gavên berçav neavêtiye.

Li gorî encamên fermî yên ku ji aliyê Wezarê Karên Hundirîn Besam Mawlawî ve hatin eşkerekirin, herî kêm 13 namzetên alîgirê reformê yên ku di sala 2019’an de beşdarî xwepêşandanên mezin bûn, derbasî Meclisê bûne.

Di Cotmehê de, erka Serokomar Michel Aoun bi dawî dibe.

Meclisa nû wê ji bo hilbijartina serokomarekî nû jî amadekariyê bike.

Li Libnana ku di sala 1943’an de serxwebûna xwe ji Fransayê bi dest xist, siyaset li ser bingeheke mezhebî ya parvekirina desthilatdariyê ye.

Ev sîstema ku armanca wê temsîliyeta 18 mezhebên olî yên li welêt di hikûmet, artêş û rêveberiya giştî de ye, li gorî Peymana Taîfê ya sala 1989’an hatiye diyarkirin birêve diçe.

Li gorî vê yekê dabeşkirina wekîlên li Meclîsê wiha ye:

“27 Sunnî, 27 Şîa, 8 Durzî, 34 Xirîstiyanên Maronî, 14 Yewnan Ortodoks, 8 Yewnanên Katolîk, 1 Mizgînî, 1 Ermeniyên Katolîk, 5 Ermeniyên Ortodoks, 2 Elewî, yek jî kêmenetewên Xiristiyan”.

Back to top button