Li Iraqê 4 hezar kes ji ber tozê rakirin nexweşxaneyê

Bahoza tozê ya ku bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan dike, li nava rojhilata navîn digere.
Li Iraqê nêzî 4 hezar kes berê xwe dan nexweşxaneyan.
Li Îranê jî dibistan û saziyên civakî hatin girtin.
Li paytexta Erebîstana Siûdî Riyadê jî, heman rewş heye.

Li welatên Rojhilata Navîn, bahoza tozê bandoreke neyînî li ser jiyanê kiriye.

Iraq yek ji welatên herî zêde bi bahoza tozê re rûbirû mayî ye.

Jimara kesên ku ji ber qutbûna nefesa wan serî li nexweşxaneyan dayî, gihiştiye 4 hezarî.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ev dane piştrast kir.

Wezaretê got li seranserî welat 4 hezar kes rakirin nexweşxaneyan û tedbîrên pêwîst hatine girtin.

Hat ragihandin ku seferên balafirxaneyên Bexda, Necef û Silêmaniyê ku ji ber bahoza tozê ya li hin herêman bilindahiya dîtinê daket binê 300 metreyî hatine rawestandin.

Rêveberiya Balafirgeha Besrayê ragihand ku seferên balafiran heta şert û mercên hewayê baş bibin hatin rawestandin.

Li Tahranê ji ber qirêjiya hewayê tevahî dibistan û sazî hatin girtin

Îran jî mîna Iraqê ye.

Li paytexta Îranê Tehranê ji ber qirêjbûna hewayê hemû dibistan, zanîngeh û saziyên dewletê hatin girtin.

Li gorî medyaya Îranê Cîgirê Serokê Şaredariya Tehranê Abid Melekî derbarê asta qirêjiya hewaya bajêr û tedbîrên ku hatine girtin de daxuyanî da.

Meleki wiha got:

“Komîteya Lezgîn a Qirêjiya hewayê ji ber şert û mercên nebaş yên hewayê civiyan.

Roja sêşemê qirêjiya hewayê gurtir bibe.

Ji ber vê yekê biryar hat dayîn ku li Tehranê hemû sazî, zanîngeh û dibistan giştî bêne girtin.”

Riyad di nava tozê de maye

Ev der jî paytexta Erebîstana Siûdî Riyad e.

Li vir jî ji ber tozê û qirêjiya hewayê, her der di nava tozê de maye.

Back to top button