PYD: Mirovên rêxistinkirî dikarin îradeya xwe ferz bikin

Partiya Yekitiya Demokratîk- PYD’ê salvegera 18’an a damezrandina xwe bi daxuyaniyekê pîroz kir.
Di daxuyaniya meclîsa PYD’ê de tê gotin, li ser bingeha neteweya demokratîk di nava pêkhateyan hemûyan de jiyana xuşk û biratiyê ava dikin.

Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD di sala 2003’an de beriya 18 salan hate damezrandin.

Bi rasthatina salvegera 18’an a damezrandina PYD’ê, meclîsa giştî ya PYD’ê daxuyanî da û diyar kir ku damezrandina PYD’ê ji şert û mercên objektîf ên li herêmê û ji wê rastiyê ku dibêje, “mirovên rêxistinkirî dikarin îradeya xwe ferz bikin” pêk hat

Meclîsa giştî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji despêka damezrandina PYD’ê ve zext û zordariya Rejîm û dewletên desthiladar ya li dijî partiyê û endamên wan bênavber hatiye meşandin,

lê ev rewş di sala 2011’an de bi şoreşa gelên Suriyê hatiye têkbirin û êdî partiyê dest bi pêkanîna bername û siyaseta xwe ya demokratîk, exlaqî kirine û ji tevahiya Surî û Rojhilata navîn re bûye nimûneya çareseriyê.

PYD’ê di daxuyaniya xwe de got:

Di dema şoreşa gelên Sûriyê de, me rêbaza rêya sêyemîn şopand û em bi hemû hêza xwe xebitîn ku gelan bi hişmendiya xweparastina rewa bi rêxistin bikin, û me kar kir ku rê ji hemû rêxistinên siyasî û civakî re vekin da ku erkên xwe pêk bînin.

Bi vî awayî Rêveberiyên Xweser hat avakirin

PYD: em ê li hember her cûre siyaseta ku gelan rûreş û kole dike bisekinin

PYD’ê di daxuyaniya xwe de salvegera damezrandinê ya partiyê li endam û alîgirên xwe hemûyan pîroz dike û soza xwe ya ji şehîdan û ji tevahiya gelên xwe re dubare dike û dibêje;

Em ê li hember dijminên gelan û alavên wan ên terorîst bisekinin. Em ê li hember hîle û mêtingehên wan bisekin. Ji ber ku ew dixwazin nakokiyan bixin nava siyasetê û bi polîtîkaya xwe ya weke “parçe bike û birêve bibe” gelan berra hev bidin. Em ê heta dawiyê li dijî siyasetên bi vî rengî têbikoşin.

Back to top button