Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) derbarê kesê binavê Serbest Lezgîn ku bi erka cîgirê Wezîrê Pêşmergeyan diaxive û gotibû ku hemahengî di navbera Pasdarên Îranê û PJAK’ê de heye daxuyanî da. PJAK got, bi van idaiyan hewla reşkirinê dikin.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) bi daxuyaniyekî ragihand ku îdiayên Cîgirê Wezîrê Pêşmergeyan ê PDK’î Serbest Lezgîn hewldanên reşkirinêne û dûrî rastiyanin.
Vî kesî di medya PDK’ê de îdia kir ku hemahengiyeke tam di navbera Pasdarên Îran û PJAK’ê de heye.
Komîteya Dîplomasiyê ya PJAK bi daxuyaniyekê bersiv da û diyar kir ku hewl didin di demeke wiha hestiyar de, PJAK’ê reş bikin û got: “PJAK daxuyaniya dijminkarî û belave ya Cîgirê Wezîrê Pêşmergeyan a Başûrê Kurdistanê (Serbest Lezgîn) red dike û ti rastiya vê îdiayê nîne.
Em vê hewldanê weke hewldaneke ji bo reşkirina PJAK’ê dibînin.
Di demekî wiha hestiyar de hewl didin ku şoreşa gelê Kurd a li Îranê ji rojevê derbixin.”
Di dawiyê de Komîteya Dîplomasiyê ya PJAK diyar kir ku ew ê hertim têkoşîna xwe bidomînin û weke berê wê ev helwesta xiyanetkar bişkê û têkbiçe.