Roman hate weşandin û cihê xwe di refên weşanxaneya Aramê de girt

Romana Vejîna Li Welatê Rojê, Amara.
Roman ji aliyê Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Mihemed Seîd Uçlu yê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû hatiye nivîsandin.
Roman ji sê cîldan pêk tê û ji aliyê weşanxaneya Payîzê ve hatiye çapkirin û wê ji aliyê weşanxaneya Aramê ve were belav kirin.
Pirtûka AMARA, qala berxwedan û vejîna Tevgera Azadiyê dike.

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Mehmet Saît Uçlu, di 29’ê Adara 2021’an de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû.

Mehmet Saît Uçlu beriya jiyana xwe ji dest bide Romana bi navê Vejîna Li Welatê Rojê, Amara nivîsandibû.

Roman balê dikişîne ser dîroka dused salên dawî û serpêhatiya berxwedanê

Romana Vejîna li Welatê Rojê Amara, balê dikişîne ser dîroka dused salên dawî ên gelekî û serpêhatiya berxwedana wê.

Vê berxwedanê jî bi malbateke di nava şer û malwêraniyê de tîne ziman.

Malbata nivîskar di romanê de qala wê dike di dîrokê de bi gelek şer û êrîşan re rû bi rû maye û heta niha li ser piyan maye.

Nivîskar behsa bandora vê malbatê dike ku çawa li ser qedera miletekî û siberoja wî bandorê dike û seyra dîrokê diguherîne.

Pirtûk ji aliyê weşanxaneya payîzê ve hat çapkirin, wê ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve bê belavkirin.

Back to top button