Li herêmê “Bêçek” şer: Leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin

Li herêma ‘Bêçek’ hêzên hikumeta Şamê û çeteyan hev du da ber topan.
Di encamê de, leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li gundewarê Idlib, Heleb û yên Hemayê hêzên hikumetê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran bi hev ketin.

Di encama van êrişan de, leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Hikumeta Şamê derxistina passportê dîsa biha kir

Li aliyekî din, Wezareta Karê Hundir a hikumeta Şamê lêçûna derxistina passportê biha kir.

Lêçûna derxistina passportê ya normal kir 312 hezar û 700 lîre ku berê di navbera 70 heta 100 hezar lîre de bû.

Ya bilez jî kir 432 hezar û 700 lîre ku berê 325 hezar lîre bû.

Lêçûna derxistina passport di rojekê de jî 2 milyon û 10 hezar û 700 lîre ye.

Di rewşa li welat krîza aborî heyî de, ev yek zehmetiyên welatiyan bêtir dike.

Di 24 saetan de, 2 caran êrişî bargehên koalisyonê hate kirin

Back to top button