HRE: Li Babê 5 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyand ku duh li Babê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine û di çalakiyê de 5 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku duh li gundê Eblê yê bajarê Babê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke li dar xistine û di çalakiyê de 5 çete hatine kuştin û hindek çete jî birîndar bûne.

Her wiha HRE’yê diyar kir ku piştî çalakiya wan, artêşa Tirk gundên Til Cîcan, Semûqa û Til Medîq ên Şehbayê topbaran kirine.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de hêzên me li herêma Babê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyeke bibandor li dar xist.

Di 2’yê Kanûnê de hêzên me li gundê Eblê yê bi ser herêma Babê ve li dijî çeper û baregehên çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek bi şêwazê sizme li dar xist. Di encamê de 5 çete hatin kuştin û hejmarek birîndarên wan çêbûn, lê belê hejmara wan nehat zelalkirin.

Her wiha piştî çalakiya hêzên me artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Cîcan, Semûqa û Til Medîq yê bi ser herêma Şehba ve bi dijwarî topbaran kirin.”

Leave a Reply

Back to top button