Rêxistina Efûyê ya navnetewî: Di xwepêşandanên Îranê de 208 kes hatine kuştin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî derbarê xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de raporek nû weşand û diyar kir ku di xwepêşandanan de heta niha 208 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Piştî ku hikûmete Îranê qedexeya Internetê rakir encamên xwepêşandanên Îranê eşkere dibin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî têkildarî hejmara kesên ku di meha Mijdarê de, di xwepêndanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de hatin kuştin agahiyên nû parve kir.

Li gorî rapora nû ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di xwepêşandanan de 208 kes hatine kuştin.

Rêxistina Efûyê diyar kir ku rejîmê gef li xizmên qurbaniyan xwariye ku ji çapemeniyê re neaxivin, taziyê ji bo wan ne danin û bi merasîmên oxirkirinê nekin.

Li gorî raporê, hêzên dewleta Îranê ji bo dayîna cenazeyan ji malbatên qurbaniyan daxwaza pereyek zêde jî kirine û wan neçar hiştine ku vî pereyî bidin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku li gorî lêkolînkirina dîmen û wêneyan piştrast bûye ku hêzên dewletê bi çekên şer xwepêşanderên sivîl hedef girtîne.

Leave a Reply

Back to top button