Artêşa Etiyopya bi îdiaya çekan ji TPLF re dibe balafirek xist

Hêzên Hewayî yên Etiyopya ragihandin ku balafirek ya barhilgir
Artêşa Etiyopyayê balafireke barhilgir a ku tê îdiakirin çek ji hêzên Tîgrayê re dibir xist.

Hêzên Parastina Etiyopyayê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate îdiakirin ku balafira barhilgir ya ji asîmanên Sûdanê derbasî herêmê bû, hatiye xistin.

Ev yek jî bi hinceta ku di balafirê de, çekên ji bo hêzên Tigrayê dihatin şandin hebû.

Agahiyên ku tam balefira kargo li ku derê hatiye xistin an jî kê balafir şandiye nehate parvekirin.

Ji aliyê din ve, di demekê ku hewildanên despêkirina hevdîtinan tê kirin de, hem TPLF û hem jî hikûmeta Addis Ababa hevdu bi pêkanîna êrişan tewam bar dikin.

4’ê Mijdara 2020’an artêşa Etiyopya li dijî herêma Tîgrayê dest bi êrişê kiribûn.

Ev êriş bû sedema mirina bi hezaran kes û koçberiya bi dehezaran.

Her çiqasî hikumeta Etiyopyadixwaze di danûstandinan de Yekîtiya Afrîka navbeynkariyê bike jî lê heta niha hêzên Tîgrayê ser mijarê ti daxuyanî nedane.

Back to top button