Pisporên Ziman: Li Başûrê Kurdistanê desthilat Zimanê Kurdî naparêze

Mamoste û pisporên zimanê Kurdî têkîldarî xeteriya li ser zimanê Kurdî axivîn û diyar kirin ku desthilata Herêma Başûrê Kurdistanê, ji bo parastina ziman tiştek nekiriye.

Roja 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî hatiye diyarkirin.

Îsal jî bi vê boneyê li gelek deverên Kurdistanê bi çalakiyan ev roj hat pîrozkirin.

Derbarê metirsiya li ser zimanê Kurdî û parastina ziman de pisporên zimanê Kurdî ji Rojnews re axivîn.

Pisporan diyar dikin ku zimanê Kurdî ji aliyê zimanên dagirkeran ve hatiye dorpêçkirin.

Her wiha gotin desthilata Herêma Başûrê Kurdistanê jî rûmeta zimanê Kurdî neparastiye.

Pisporan dan zanîn tişta karesat ewe ku mamosta, pisporên zimanê Kurdî û dîroknas zarokên xwe dixin ber xwendina zimanê Tirkî, Fransî û Inglîzî.

Mamoste û Pisporên zimanê Kurdî diyar kirin ku divê zêdetir giringiyê bi xwendina Kurdî bidin û herkes zarokên xwe bişînin dibistanên zimanê Kurdî.

Back to top button