Li Almanya cihê kar yên giştî û hikumetê wê tenê 19 pile bê germkirin

Di çarçoveya krîza enerjiyê de, Ewropa tevdîrên girtine dixe meryetê.
Ji meha Îlonê û pêde, Almanya cihên kar yên giştî û hikumetê wê tenê bikare 19 pileyan germ bike.
Li Berlînê, civata wezîran qanûnên ku ji bo xercirina enerjiyê hatî diyarkirin erê kir.

Encamên krîza enerjiyê ya di navbera Rûsya û welatên Ewropayê de li Almanyayê jî dest pê kir.

Ji ber kêmbûna herikîna gaza xwezayî ya Rûsyayê û nebûna ewlehiya peydakirina wê, lijneya wezîran a Almanyayê rêziknameya qanûnî ya ku tê de xerckirina enerjiyê di zivistanê de tê pêşbînîkirin, qebûl kir.

Li gorî vê ji meha Îlonê ve kargeh û qadên girtî yên giştî heta 19 pileyî dikarin germ bibin.

Cihên kar li gorî pratîka heyî heta 20 pile hatin germ kirin.

Li gorî biryarên nû ger pêkan be wê korîdor, ketina avahiyan û odeyên bi alavên teknîkî qet neyê germkirin.

Her wiha wê ronahiya avahî û bîrdariyên ku ji ber sedemên estetîk an temsîlî têne ronîkirin jî bête girtin.

Dê navendên danûstendinê jî ji ber tedbîrên xerckirina enerjiyê, bandor bibin.

Firoşgeh û dikan wê nikaribin deriyên xwe her dem vekirî bihêlin da ku enerjiya zêde xerc nekin.

Ronahiyên li pêşangehan wê di navbera saet 22:00 û 6:00 de vemirin.

Tê plankirin ku di van saetan de bîlbord jî bên girtin.

Kesên taybet jî wê di bin bandora qedexeyan de bin.

Mînak kesên ku di mala wan de hewza melevaniyê hebe dê nikaribin hewzên xwe bi gaza xwezayî û elektirîkê germ bikin.

Ev biryar tê pêşbinîkirin ku wê ji bo şeş mehan derbasdar be.

Nexweşxane, dibistan û dibistanên dayîkê ji qedexeyan hatin derxistin.

Wezîrê Aboriyê yê Almanyayê Robert Habeck der barê tedbîrên ku hatine girtin de daxuyanî da û diyar kir ku kêmbûna gaza xwezayî ya Rûsyayê dibe ku demeke dirêj dewam bike û got;

Hikûmeta Almanyayê polîtîkaya xwe ya serbixwebûna ji çavkaniyên enerjiyê yên Rûsyayê didomîne.

Habeck diyar kir ku kêm karanîna gaza xwezayî li qada giştî, li şîrketan û li gelek malan girînge.

Back to top button