Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê ya Ewropa hejmareke alav ji Rêveberiya Xweser re şandin

Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê ya Ewropa hejmareke alavên pêwîst ji bo pêşlêgirtina belavbûna vîrûsa Coronayê ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şand.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa derbarê wergirtina alavan de axivî.

Dr.Ciwan Mustefa diyar kir ku ji destpêka Şoreşa Rojava de Heyva Sor a Kurdistanê li gorî derfetên xwe alîkariyê pêşkêşî şêniyên Rojava dike.

Mustefa da zanîn ku wan 5 cîhazên PCR û 500 cîhazên KIT wergirtin, ku ev alav di dema heyî de zehmet e li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were peydakirin.

Mustefa diyar kir ku ev cîhaz dê li gorî pêwîstiyan li herêman werin belavkirin.

Dr. Ciwan Mustefa spasiya Heyva Sor a Kurdistanê kir û bang li şêniyên herêmê kir ku li gorî tedîbrên Rêveberiya Xweser li dijî vîrusê girtine, tevbigerin.

Back to top button