Nirxê derman li herêmên hikûemta Şamê bilintir bû

Xelkên li Herêmên hikûmeta Şamê di nava kirîzek aborî û jiyanî yên zehmet de ne.
Herî dawî hikûmeta Şamê nirxê dermanan jî bilind kir.
Li aliyê din, şer jî dewam dike û hat ragihand ku li bakurê Laziqiyê hêzên hûmetê û çeteyan cihên hev topbaran kirine û 4 leşkerên hikûmetê hatine kuştin.

Li herêmên hikûmeta Şamê her dolarek gihiştiye 6 hezar û 500 leyreyên Sûrî.

Pêdeviyên jiyanî yên rojane li gel bûhanbûna zêde bi zehmetî tên peydakirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Wezareta Bazirganiyê ya Hikûmeta Şamê nirxê şîrê zarokan û gelek dermanên nexweşiyên Dil, Şekir û êzê bilind kiriye.

Li bajarê Humisê, derziya Însulînê ji bo nexweşên Şekir, bi zêdetirî 60 hezar leyreyên sûrî tê kirîn.

Bilindkirina dermanan jî bi hinceta ku kargeh naxebitin hatiye kirin.

Li Laziqiyê di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan de şer derket

Li aliyê din, li herêmên bi navê “Bêçek” di nabera hêzên hikûmetê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer dewam dike.

Çavdêriya mafê mirovan ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam êrişî nuqeteyên hêzên hikûmeta Şamê ên li gundewarên bakurê Laziqiyê kiriye.

Hate ragihand ku di encama şer de, 4 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li Siwêdayê çekdarên nenas êrişî malekê kirin û xwediyê wê kuştin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku vê sibê jî li gundewarê Siwêdayê çekdarên nenas êrişî malekê kirin û xwediyê malê kuştin.

Heta niha der barê sedama kuştinê de ti agahî nehatine parvekirin.

Back to top button