Tahran: Bersiva reşnivîsa peymana nukleerî ya Amerîka gihişt destê me

Di peymana nukleerî ya Îranê de, pêvajo ber bi dawiyê ve tê.
Piştî daxwazên dawî yên Îranê ji Amerîka re şandî, niha Waşîngtonê jî reşnivîsa peymanê ji bo Tahranê şantiye.
Rêveberiya Tahranê ragihand ku wan bersiva Amerîkayê ya li ser reşnivîsa ku YE wekî pêşnûmeya dawî ya lihevkirina nukleerî pêşkêş kiriye, wergirtiye.

Rêvberiya amerîka ya bi serokatiya Joe Biden, di mijara li peymana nukleerî ya Îranê de, gotinên xwe yên dawî dibêje.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî di daxuyaniya xwe ya nivîskî weşand û got:

Derbarê pêşnûmeya peymana ku ji aliyê koordînatorê danûstandinên YEyê ve hatiye pêşkêşkirin û wek nexşerêya dawî hatiye qebûlkirin, bersiva Amerîkayê dane.

Kenanî bal kişand ku bersiva Washingtonê bi rêya YEyê ji wan re hatiye ragihandin û ev tişt anî ziman:

“Lêkolîneke berfireh li ser nêrînên aliyên Amerîkî dest pê kiriye.

Îran piştî nirxandinê wê bersiva xwe ji kordînatorê YE re bişîne.

Beriya niha hatibû îdiakirin ku Îran li ser mijarê gav paşde avêtiye.

Ev îdia jî ji aliyê berpirsên Amerîka bo çapemeniya welat hatibûn ragihandin.

Berpirsê ku agahî dayîn ajansa Reutersê diyar kir ku hîna jî xalên ku alî li ser lihev nekirine heye.

Peymana ku 2015’an ji aliyê 5 endamên dayîmî yên Konseya Ewlekariyê ya NY û Almanya, bi Îranê re hatî îmzekirin di Gulana 2018’an de ji aliyê Waşîngtonê ve bi awayekî yekalî hatibû bidawîkirin.

Waşîngton ji Tehranê dixwaze ku vegere ser sozên xwe yên di rêkeftinê de, Îran jî ji ber derketina Amerîka ji peymanê daxwaz dike ku li peymanê vegere û cezayên li ser wê ferzkirine bi dawî bike.

Îran jî dixwaze ku “lêkolînên siyasî” yên navneteweyî li ser bernameya wê ya nukleerî ji bo peymana dawîn werin girtin.

Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Îranê Îslamî 21`ê Tebaxê bi daxuyaniyekê ragihand ku her çiqasî ji sedî 2 xebatên nukleerî yên li Îranê tê kirin jî lê ji sedî 25 çavdêrên navnetewî li Îranê tê kirin.

Back to top button