WFP: Li Cîhanê jimara mirovên bêewlehiya xwarinê re rûbirû ne gihişt 345 mîlyonî

Li cîhanê tevî zêdebûna jimara hejariyê, jimara kesên ku bêewlehiya xwarinê re rûbirû ne zêde dibe.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) hişyarî da ku ji 2019’an ve jimara mirovên ku ji ber bêewlehiya xwarinê ya zehmetiyê dikişînin du qat zêde bûye.
Ev jimar derketiye 345 mîlyonî.

Pandemiya Covid-19, germbûna gerdûnî û şer di nav sedemên herî girîng ên zêdebûna bêbaweriya xwarinê ya zehmet de ne.

Rêvebira Herêmî ya Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) Corinne Fleischer di daxuyaniyekê de ji Reutersê re ragihand ku beriya vîrûsa corona 135 milyon kes bûne mexdûrên bêewlehiya xurek a tund.

Fliescher hişyarî da ku bi germbûna global û şer e ev hejmar bi lez zêde dibe û fikar heye ku hîn zêdetir bibe.

Tê zanîn ku aloziya xwarinê ya ku di encama faktorên jîngehê û ziwabûna wê de derketibû holê, bû sedema şer û koçberiya girseyî.

Fleischer da zanîn rewş her ku diçe xirabtir dibe û ‘cîhan êdî nikare tehemûl bike’ û got,

“Em niha li çaraliyê cîhanê ji ber guherîna avhewayê û şer 10 qat zêdetir ji cih û warên xwe dibînin.

Helbet ev rasterast bi her yekê re têkildar e.

Ji ber vê yekê em bi rastî ji bandora hevbeş a Covid, guherîna avhewa û şerê li Ukraynayê bi fikar in.”

Fleischer bi bîr xist ku Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bandorên neyînî yên şerê Ukraynayê hîs kirin û bal kişand ser girêdayîbûna wan a bi kirîna genim.

Fleischer di vî warî de Yemenê mînakek nîşan da û bi bîr xist ku ji sedî 90 pêwistiya Yemenê ya bi xwarinê ji derve tê.

Ji sedî 30 wê jî bi rêya herêma Derya Reş tê.

Rêxistinê diyar kir ku ji 16 mîlyon kesên ku pêwistiya wê bi alîkariyê lezgîn heyî wan tenê kariya xwe bigihînin 13 mîlyonî.

Ji ber nebûna çavkaniyên darayî wan kariye tenê niva xwarina rojane bidin.

Krîza aborî ya welatên xêrxwaz ên rojavayî û zêdebûna ji sedî 45 a bihayê xwarinê bêyî nexweşiyê, wekî astengiya herî girîng di peydakirina van hewcedariyên kesên ku hewcedariya wan bi alîkariya xwarinê ya lezgîn heye tê dîtin.

Fleischer bal kişand ku kesên li Iraqê dijîn jî ku bi zêdebûna bihayê petrolê dahata wan zêde bûye jî rastî bêewlehiya xurekê tên.

Ji bo vê yekê jî mînaka Iraqê hate dayîn.

Back to top button