Li Bulgaristanê di nava 2 salan de 5 hilbijartin!

Bulgaristan heta niha bi hilbijartinan jî nekariye, aloziya siyasî ya li nava welat bi dawî bike. Tevî hilbijartina Cotmeha 2022’an pêk hat jî lê hikumet ne hatiye avakirin. Ji ber vêyekê Serokomarê Bulgaristanê Radev ragihand ku ew ê 3’ê Sibatê parlementoyê betal bike. Bi vê yekê re roja nû ya hilbijartinê jî 2’ê Nîsanê hate destnîşankirin. Di van du salên dawî de cara pêncemîn wê Bulgarî biçin ser sindoqan

Li Bulgaristanê aloziya navbera partiyan, rê nade ku hikumeta nû were hilbijartin.

Ev yek careke din rêya hilbijartineke pêşwext nîşan dide.

Sosyalistên ku ji bo avakirina hikumetê ketibûn hewildanê jî nekarîn partiyên din razî bike.

Vê yekê hişt ku Serokomarê welat Rumen Radev biryara hilbijartina pêşwext bide.

Rumen Radev beriya niha gotibû ewê serokwezîrê demkî yê niha Galab Donev heta avabûna hikumeta nû erkdar bike.

Reformên li dijî bêrêtiyê

Radev ji qanûndaneran daxwaz kir ku beriya hilbijartinê reformên li dijî bêrêtiyê bipejirîne.

Li Bulgaristanê 2’ê nîsanê wê hilbijartin pêk were

Serokomar têkildarî pêvajoya siyasî da ji rojnamegeran ra axivî û got: Hilbijartina pêşwext wê 2’ê Nîsanê pêk were.

Tevliheviya siyasî ya demdirêj rê li ber planên Bulgaristanê vedike ku di sala 2024’an de beşdarî Euro û herêma Şengenê bibe.

Ji bo ku welat bigihîje alîkariyên mezin ên Yekîtiya Ewropî, bi taybetî qanûnên bilind ên li dijî bêrêtiyê divê ji aliyê parlamentoyê ve werin pejirandin.

Lê nekarîna derbaskirina aloziya siyasî, reformên pêwîst dereng dixe û hêza welat ji bo karanîna fonên Yekîtiya Ewropî yên bibandor astend dike.

Croatia ku endama dawî ya YEyê ye, ji serê salê ve tevlî Euro û herêma Şengenê bû.

Ji ber vetoya hin endaman Romanya û Bulgarîstan nekarin beşdar bibin.

Welatên ku mafê xwe yê vetoyê bi kar tînin bertîlxwarinin li herdu welatan weke sedem nîşan didin.

Back to top button