Swêd û Fînlandiya li ber derê NATO man e

Pêvajoya beşdarbûna Swêd û Fînlandiya bo endamtiya NATO nav hev ketiye. Fînlandiya dixwaze êdî vê pêvajoyê bi tenê bide meşandin. Amerîka dixwaze, Fînlandiya û Swêd bi hev re beşdarî NATOyê bibin. Serokwezîrê Swêd ya bi tenê mayî jî dibêje, li hemberî welatê wî provakasyon têne kirin.

Swêd û Fînlandiya bi mehanin ji bo endamtiya NATO kar dikin.

Piştî serlêdana 18’ê Gulana 2022’an û heta niha 28 welatên endamên NATO daxwaza beşdarbûnê erê kir.

Lê Tirkiye û Macerîstan yên bi polîtîkayên xwe hevkariya Rûsya dikin heta niha ev serlêdan di parlamentoyê de erê nekiriye.

Rejîma AKP/MHP’ê ji bo endamtiya van welatan bo xwe bikar bîne, ev pêvajo heta dema hilbijartinê dirêj dike.

Fînlandiya ya ji rewşê bêzar bûyî ragihand ku ew li ser rêbaza tenê tevgerkirinê kar dikin.

Amerîka ji bo endamtiya Fînlandiya bo NATO peyam da

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price teqez kir ku Washington dixwaze Fînlandiya û Swêd bi hevre beşdarî NATO bibin.

Di civîna çapameniyê ya rojane de gelek caran pirsa gelo bê wê Amerîka piştevaniya endamtiya Fînlandiya bike ji Price hate hate kirin.

Amerîka: Swêd û Fînlandiya di vê bihevre beşdarî NATO bibin

Price ev yek weke pirseke “ne di rojevê de” bi nav kir û got: “Her tim nîqaş li ser Fînlandiya û Swêdê dihat kirin.”

Çalakiya şewitandina Qur’anê ya li ber Sefaretxaneya Tirkiyê ya li Stockholmê, egeriya ku Fînlandiya ji bo endamtiya NATO bi Swêdê re tevger neke derxist.

Bê Swêd, endamtiya Fînlandiya bo NATO di rojevê de ye

Wezîrê Karên Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto ji kanala giştî ya Fînlandiyayê Yle re axivî û diyar kir ku divê ew xebatên tevlîbûna NATO’yê bêyî Swêdê binirxîne.

Ji serokwezîrê Fînlandiya axaftina bû cihê nîqaşê

Pekka Haavisto got: “Divê em binirxînin ka tiştek heye ku di demek dirêj de pêşketina Swêdê asteng bike.

Di vê mijarê de hîn zû ye ku helwest were girtin.”

Haavisto anî ziman ku ew texmîn dike pêvajoya aloz ya bo endamtiya wan wê heta hilbijartina Gulanê dewam bike.

Swêd: Dixwazin endamtiya swêd bo NATO asteng bikin

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, Wezîrê Karê Derve Tobias Billström û Wezîrê Parastinê Pal Jonson li Stockholmê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

Kristersson got, Provakator dixwazin endamtiya Swêd ya bo NATO asteng bikin.

Ew ne di ferqê de neku endamtiya welatê me bo NATO çiqasî girîng e.

Wezîrê Parastinê Jonson jî diyar kir ku wê ji bo endamtiya NATO xebatên xwe dewam bikin û beşdarbûna wan wê di warê parastinê de gelek tiştan bidest bixe.

Back to top button