Borrell: Em dixwazin çareseriya du dewletî pêk bînin

Li aliyekî şerê li Xezayê didome, li aliyê din jî ji bo Îsraîl û Filistînê bangên çareseriya du dewletî tê kirin.
Yekîtiya Ewropa, Almanya, Fransa û Îngilistanê nerazîbûn nîşanî helwesta Netanyahû ya li dijî avakirina dewleta Filistînê dan û diyar kirin ji bilî çareseriya du dewletî çareseriyeke din tune ye.”

Şerê Hemas û Îsraîlê û avabûna dewleta Filistînê rojeveke sereke ya Cîhanê ye.

Ji bo çareseriya du dewletî bang tên kirin.

Piştî Amerîkayê Yekîtiya Ewropa, Almanya, Fransa û Îngilistanê jî piştgirî dan çareseriya du dewletî.

Nûnerê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê rexne kir û banga çareseriya du dewletî kir.

Josep Borrell beriya civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropa ên bi dîplomatên Filistînî û Îsraîlî re ku wê li Brukselê lidarbixin daxuyanî da.

Borrell dibêje, “Em dixwazin çareseriya du dewletî pêk bînin. Helwesta Netanyahû ya li dijî avakirina dewleta Filistînê nayê qebûlkirin. Aştî û aramî tenê bi rêyên leşkerî pêk nayê. Gelo çareseriya Îsraîlê çiye, kuştina hemû Filistîniyan e an derxistina wan e.?”

Almanya, Fransa û Îngilistanê piştgirî dan çareseriya du dewletî

Wezîra Karên Derve ya Almanya Annalena Baerbock jî beriya civînê li ser mijarê daxuyanî da û got,

“Ji bo Îsraîlî û Filistînî bi hevre bijî divê çareseriya du dewletî pêk were.

Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê Grant Shapps diyar kir redkirina Netanyahû ya avakirina dewleta Filistînê nayê qebûlkirin û got,

“Ji bilî çareseriya du dewletî em nikarin çareseriyeke din bibînin.”

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê jî nerazîbûn nîşanî helwesta Netanyahû ya li dijî avakirina dewleta Filistînê da û got, “Mafê Filistîniyan ya serweriyê û avakirina dewletê heye. Wê Fransa piştgiriya vê yekê bike.”

Di êrişên Îsraîlê de li Xan Yunus a Xezayê 13 kes mirin

Back to top button