KNK: Em piştgiriya xwe birêveberî û statuya Şengalê dikin

Şandeya KNK’ê ya ji 8 kesan pêk dihat serdana Şengalê kir. Şandeyê serdana gelek sazî û dezgehên civaka Êzidî kirin. Endamên Şandeyê diyar kirin ew piştgiriyê didin daxwazên civaka Êzidî.

Duh şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê-KNK’ê serdana Şengalê kir û bi Desteya Rêveber ya Şengalê, TAJÊ, PADÊ û Asayîşa Êzîdxanê re hevdîtin pêkanîn.

Di şandeyê de Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûradî, Endamê Rêveberiya KNK, gelek endamên KNK’ê siyasetmedaran cih girtin.

Endamên şandeya KNK’ê û rêveberên saziyên Şengalê li ser armanca seredana şandeyê ji RojNewsê re axivîn.

Endamê şandeya KNK’ê Şoreş Xidir behsa armanca serdanê kir û got;

“Me xwest em werin Şengalê da ku em bi çavê xwe bibînin, û çi ji me tê xwestin ku hem asta netewî de hem di asta navnetewî de ji bo gelê Şengalê bikîn.

Ya ji me jî tê xwestin alîkarî û piştgiriya pêwîst kirin e. Em jî wek KNK piştgirî li statûya li Şengalê dikin, piştgirî dikin ku civak bi xwe xwe birêve bibe.”

Back to top button