CIVÎNA SALANE YA FERMANDARÊN HÊZÊN SÛRIYA DEMOKRATÎK TÊ LIDARXISTIN

Bi slogana ‘Ji tunekirina terorê ber bi çespandina aramiyê ve’ civîna salane ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li Hesekê tê li darxistin.

 

Civîn li navenda Fermandariya QSD’ê li taxa Xuwêranê tê li darxisin.

Civîn bi beşdarbûna 600 delege ji YPG, YPJ, Ceyş El-Siwar, Lîwa Şemal Demokratîk, Cebhet El-Ekrad, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Senadîd. her wiha mêvanên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, partiyên siyasî û saziyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûrî, dest pê kir.

Her wiha di civînê de Cîgirê Fermandariya Koalisyona Navdewletî ya li dijî DAŞ’ê Nîkolas Pont beşdar bû.

Heta amadekirina vê nûçeyê, civîn ji ragihandinê re girtî berdewam dike.

 

 

Leave a Reply

Back to top button