Mack Rutherfor bi tena serê xwe li seranserê cîhanê firiya

Mack Rutherford ê 17 salî yê Îngiliz-Belçîkî bû pîlotê herî ciwan ku bi balafireke biçûk bi tena serê xwe li dora cîhanê firiya.
Mack di encama hewldanên xwe de du Rekordên Cîhanê yên Guînnes tomar kir.

Mack Rutherford ê 17 salî piştî rêwitiyek 5 mehan ku li 52 welat geriya, li bajarê Sofya yê Bûlgaristanê rawestiya.

Mack bi eslê xwe ji Îngilistanê ye, lê li Belçîkayê ji dayik bû.

Di rêwîtiya xwe de li Sûdanê rastî firtûneya qûmê hat û şeva xwe li giraveke Pasîfîkê derbas kir.

Xwişka wî Zara jî jina herî ciwan e ku bi tena serê xwe li seranserê cîhanê firiyayî bû.

Rekora berê ya kesê herî ciwan ê bi tenê li seranserê cîhanê firiya di destê Travis Ludlow ê ji Îngilistanê de bû ku wê demê 18 salî bû.

Mack piştî ku rêwîtiya xwe bi rengekî serketî qedand wiha axivî:

“Hûn çend salî jî bin bidin pey xeyalên xwe.

Gelekî bixebitin û ji bo bigihêjin armanca xwe bi pêş ve biçin.”

Mack rêwîtiya xwe li ser du okyanûsan, her wiha parzemînên Ewropa, Asya, Efrîka û DYE’yê derbas kir.

Mack di 23’ê Adarê de ji paytexta Bûlgaristanê dest bi rêwitiya xwe kir.

Pîlotê ciwan anî ziman ku ew piştî ku di nav baran û ewrên nizm re derbas bûye li graveke Okyanûsa Pasîfîkê razaye.

Mack di encama hewldanên xwe de du Rekordên Cîhanê yên Guînnes tomar kir.

Mack bû kesê herî ciwan ê ku bi tena serê li cihanê firiya ye.

Back to top button