Li dijî girtiyên nexweş û siyasî yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zext û êşkence bi dawî nabin.
Di sala 2022’an de li girtîgehan herî kêm 76 girtiyan ji ber binpêkirinên mafa jiyana xwe ji dest dan.
Dewleta tirk a faşîst û qirker li dijî girtiyên siyasî û nexweş hemû binpêkirinên derexlaqî didomîne.
Li girtîgehan zext û êşkence ya li ser girtiyan di sala 2022’de jî dewam kir û her çû zêde bû.
Girtiyên nexweş ji mafên xwe yê tedawiyê û tenduristiyê bêpar hatin hiştin û ne jî hatin berdan.
Girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê veguherîne cihên mirinê
Li dijî binpêkirinên li girtîgehan, malbatên girtiyan bi daxwaza berdana zarokên wan di çalakiya nobeta edaletê de ne.
Çalakiyên ku li gelek bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatin lidarxistin, bi piştgiriya sazî û rêxistinên sivîl ev nêzî 2 sal in didome.
Lê heta roja îro, dewlet guh nade malbatên girtiyên nexweş û saziyên mafên mirovan û girtîgehên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di sala 2022’an de veguherîn cihên mirinê.
Di salekê de 76 girtiyan li girtîgehên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) derbarê zext, êşkence û binpêkirinê mafan de raporek weşand.
Li gorî daneyên raporê, di sala 2022’an de li girtîgehan herî kêm 76 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.
Piraniya van girtiyan, ji ber tedawî û berdana wan hate astengkirin, jiyana xwe ji dest dan.
Bi gotineke din, bi mirinê re rû bi rû hatin hiştin û hatin kuştin..
Malbatên girtiyan heya roja îro jî ji bo zarokên xwe, li ser pêyan in û dixwazin dawî li mirinên li girtîgehan bê anîn û hemû girtiyên nexweş bên berdan.