Putin beşdarî merasîma lîderê Wagner Prigojin nabe

Li Rûsya ji bo merasîma lîderê Wagner Prigojin amadekarî tên kirin.
Koşka Kremlînê ragihand ku wê Serokê Rûsya Putin beşdarî merasîma Prigojin nebe.

Li Rûsya her çiqasî rêveberiya Serokê welat Putin kuştina lîderê Wagner Prigojin red dike jî lê nekariye sûçdariyên li ser xwe bidawî bike.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku ti planek Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin ya beşdarî merasîma cenazeyê Lîderê Koma Wagner Yevgeny Prigojin bibe nekiriye.

Peskov diyar kir ku amadekariyên merasîma cenaze meseleyeke malbatê ye û diyar kir ku haya wî ji planên di derbarê vê yekê de tune ye.

Kremlîn îdiayên hin siyasetmedar û şirovekarên rojavayî yên ku dibêjin Putin ji bo tolhildanê fermana kuştina Prigojin daye, red dike û ew wek “derew” bi nav dike.

24’ê Tebaxê balafirek dema ji Moskow diçû St. Petresburgê ketibû.

Di nava rêwiyên balafirê de Prigojin ji hebûn.

Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê piştrast kir ku Prigojin di balafira ketî de miriye.

Amerîka: Balafira Prigojin bi zanabûn hatiye xistin

Li aliyê din îstîxbarata Amerîkayê îdia dike ku balafira Prigojin di encama teqînê de ketiye xwarê û ev yek bi zanabûn pêk hatiye.

Çekdarên Prigojin 23-24’ê Hezîranê li dijî Wezareta Parastinê ya Rûsya serhildan pêk anîn û ber bi paytext Moskowayê ve bi pêş ve çûn.

Prigojinê, bi navbeynkariya Serokê Belarûs Alexander Lûkaşenko li gorî peymana ku bi Moskowê re hatibû kirin çûbû Belarusê.

Putin ji Wagner dixwaze sonda dilsozya bi welat re bidin

Piştî mirina Prigojin, Putin biryarnameyek derxist û xwest ku leşkerên koma Wagner sonda dilsoziya bo Rûsyayê bixwin.

Berî şerê Ukraynayê, dihat texmînkirin ku 5 hezar çekdarên wagner hene.

Piraniya van jî hêzên taybet yên Rûsî bûn.

Lê Prigojin di Hezîrana borî de got, ji destpêka şerê Ukraynayê ve jimara hêza wan gihîştiye 25 hezarî.

Mirina Prigojin: Wagner wê li Belarûsê bimîne?

Back to top button