Ambargoya hikumeta Şamê li ser taxa Şêxmeqsûd

Ji ber dorpêç û ambargoya ku hikumeta Şamê daniye ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê, welatî zehmetiyan dikişînin û mazot jî dereng tê belavkirin. Welatiyên van taxan bang li hikumeta Şamê hat kirin ku astengiyan rake.

Ji 20`ê Tebaxa 2020`an ve hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser taxa Şêxmeqsûdê ferz dike û ev yek bandorê li jiyana welatiyan dike.

Komîteya Sotemeniyê ya belavkirina mazotê ji bo demsala zivistanê li şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê didomîne.

Komîte ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê ferz dike di belavkirinê de rastî zehmetiyan tê.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valantîna Ebdo têkildarî mijarê de axivî.

Valentîna got: “Di demsala zivistanê de pêwîstiya şêniyan bi mazotê heye.

Lê ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê ferz dike me bi giştî belav nekir.”

Valantîna Ebdo bang li rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin da ku sînor ji siyaseta hikumeta Şamê re daynin û got: “Ev ambargoya hikumeta Şamê ferz dike dûrî mirovahiyê ye.

Welatiyê bi navê Ehmed Reşo spasiya kadroyên xizmetguzariyê kir kumazotê belav dikin.

Welatiyê bi navê Mihemed Xelîl jî got: “Miqdara ku li vir tê belavkirin 200 lître ye. Têra demsala zivistanê dike, lê li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de tenê 50 lître ye û ew jî têrê nake.”

Welatiyê bi navê Seîd Mistefa jî diyar kir ku rêveberî pêwîstiyên gel ên mazotê, gaz û nan ji bi cih tîne.

Back to top button