Erdogan: Divê em pêwendiyên xwe li gel Sûrî pêş bixin

Ji Esed ê kujer û dîktator ber bi daxwaza pêşxistina dostaniyê ve.
Şefê rêjîma Tirk Erdogan niha ketiye pey hewldana sazkirina pêwendiyan li gel Şamê.
Vê jî eşkere di berdêla şerê li dijî Rojavayê Kurdistanê dixwaze.

Serok-komarê Tirk Erdogan di serdema desthilatdariya xwe bi siyaseta durûtiyê navdar e.

Xwe weke dijminê Îsraîl û dostê Hamas û gelê Filîstînê binav kir.

Heta soz da ku ew ê ti carî pêwendiyê li gel hukûmeta Tel Avîvê pêş nexe.

Lê dema berjewendiyên desthilata wî bû mijar, yekser ji a xwe hat xwarê.

Bû dijminê serok-komarê Misrê Sîsî û bi hezaran rêveber û alîgirê Îxwanî Muslimîn xwedî kir.

Paşê li vê dijminahiya xwe poşman bû û niha hewl dide nêzî Qahîreyê bibe.

Ji bo vê yekê jî piştgiriya xwe ji bo Îxwanan bidawî kir, yanî ew kirin qurbanê berjewendiyên xwe.

Ji sala 2012’an serokê Sûrî Beşar Esed weke kujer û dîktator binav dikin.

Lê niha dixwaze vê yekê bidawî bike.

Ji bo vê amadeye hemû komên çete ên ew xwedîkirin bi tenê bihêle.

Yekane derdê wî jî ew e ku Şam destekê bide siyasetên kuştina gelê Kurd.

Di vî warî de pêşî wezîrê karê derve ê Tirk Mevlût Çavûşoglu li xwe mukir hat ku hewldanên wan ên lihevkirina bi Şamê re dewam dikin.

Doh dema vegera ji serdana Ukraynayê Erdogan jî heman tişt dubare kirin.

Erdogan ê ku nêzî 10 salan ji bo şerê desthilata Şamê bikin bi deh hezaran komên çete birêxistin kir got,

“ti niyeta wan a dirêjkirina dijminahiyê tine ye. Ti niyeta me a têkbirina Beşar Esed tine ye.”

Şefê rêjîma Tirk di berdewamiya axaftinê xwe de êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi bîr xistin û got:

“Heta niha me tevî Rûsyayê tevgerên xwe ên leşkerî birêve birin.

Vê gavê jî em dixwazin bi desteka Rûsyayê êrişên xwe li dijî YPG’ê dewam bikin.”

Serok-komarê Tirk Amerîka û Koalîsyona Navdewletê weke berpirsiyarên aloziya li Sûrî nîşan da û got;

Yên li Sûrî destekê didin terorê Amerîka û Koalîsyon e. Niha jî vê yekê dewam dikin.

Back to top button