SOHR: Artêşa Sûrî êrişî Babê kir, 50 kuştî û birîndar hene

Îro li navenda Bab a dagirkirî dengê teqînên mezin hat bihîstin.
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî ragihand ku artêşa Sûrî êrişî Babê kiri.
Li gorî îdîayên rêxistinê, di êrişê de herî kêm 14 kes hatine kuştin, 38 jî birîndar bûne.

Bajarê Babê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, îro bû armanca êrişa bi moşekan.

Di kêliya pêşî ya êrişê de berdevkê ragihandinê yê QSD’ê Ferhad Şamî eşkere kir ku ti pêwendiya wan bi bûyerê re tine ye.

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî ku navenda wê li Londonê ye têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Rêxistinê bûyer weke komkujî binav kir û got;

Hêzên rêjîmê yên bejahî bi moşekan êrişî Babê kirin.

Di encamê de herî kêm 14 kes hatin kuştin.

Ji wan 5 zarok in.

Her wiha 38 jî birîndar bûne.

Çavdêriyê ragihand ku êriş weke bersivdayîna kuştina leşkerên Sûrî ji aliyê balafirên Tirk ve hatiye kirin.

Back to top button