Çalakîya malbatan 40 roj e dewam dike lê PDK cenazeyan nade malbatên wan

​​​​​​Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalka ya ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe di roja 40 dewan dike. Çalakvanan careke din bang li PDK’ê kirin ku cenazeyên gerîla bide malbatên wan.

Çalakiyên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê a deriyê Sêmalka di roja 40’î de berdewam dike.

Lê PDK cenazeyên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku 29’ê Tebaxê di kemîna hêzên wê de li Xelîfanê şehîd bibûn radestî malbatên wan nake.

Yek ji çalakvanan ku di bin konê sersaxiyê dimîne Ebdulkerîm Ebdulrehman axivî û diyar kir ku divê PDK’ê cenazeyên gerîla bide malbatên wan.

Ebdulrehman da zanîn ku wê çalakiya konvedanê berdewam bikin heta ku cenazeyên şehîdan werbigirin.

Back to top button