Çalakvanên Başûr: Divê her kes li dijî dagirkeriyê xwedî helwest be

Şêwekar û sînemagerên Başûrê jî derbarê êrişên dewleta dagirker de gotin: Dagirkeriya Tirk li hemberî gerîlayan binketiye, lewma li her derê êriş dike.

Şêwekar û sînemagerên Başûrê Kurdistanê jî, derbarê êrişên dagirkeriya Tirkiyê de axivîn.

Şêwekar Bextiyar Helebceyî dazanîn ku dagirkeriya Tirk li hemberî berxwedana gerîlayên azadiyê binketiye, lewma berê xwe daye welatiyên sivîl.

Sînemager Dana Emer jî bang li hemû kurdan taybet jî hunermendan kir ku bi pênûs û kamerayên xwe, çi bi çîrok yan jî helbest li dijî vê dagirketiyê rawestin.

“Êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê plana tunekirina gelê Kurd e”

Back to top button