Piştî têkoşîneke mezin li dijî terora DAIŞ’ê, gaveke mezin ji bo çareserkirina pirsgirêka wê, li Bakur û Rojhilatê Sûrî tê avêtin.. Bi serperştiya Navenda Rojava ya Lêkolînên Istratejîk , yekemîn Komcivîna tekildarî çeteyên DAIŞ’ê tê li darxistin
Komcivîn li hola Beylesan a Amûdê ya kantona Qamişlo vê sibehê dest pê kir.
Gelek kesayetên payebilind ji gelek welatan, nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûrî, beşdarî komcvinê bûne..
Di komcivînê de Serokwezîrê Îtaliya di sala 1998-2000,
Wezîrê Karê Derve yê Îtaliya
û Sekretêrê Berê yê Partiya Çepgir a Demokratîk Massimo D’alema
Mamosteya Zanîngeha Amerîka li Qahîra Dr. Amy Austin Holmes.
Her wiha ji peymangeh, fakulte û navendên Ewlehiyê yên rojhilata navîn û Amerîka amade bûn.
Di despêka komcivînê de li kesên ku hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li ser wan hatine meşandin hatin guhdar kirin.