Pêngava 1’ê Hezîranê 2004’an

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Pêngava 1’ê Hezîranê ya 2004’an wek ‘Pêngava 15’ê Tebaxê ya duyemîn’ bi nav dike.
Pêngavê konsepta tasfiye û tunekirina Kurdan a dewleta Tirk û hêzên hegemon pûç kir

Di heman demê de li dijî konseptên tunekirinê jî piştî 19 salan çavkaniya rêbaza têkoşînê ye.

Komploya Navneteweyî di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi radestkirina Rêber Abdullah Ocalan ji dewleta Tirk re, dewam kir.

Piştî Komployê li ser banga Rêber Apo PKK’ê agirbest ragihand.

Lê tevî agirbestê jî artêşa dagirker êrişên xwe domand û di van êrişan de 400 gerîla şehîd bû.

HPG’ê li dijî vê yekê konferansa xwe ya 7’an di sala 2001’an de biryarên li ser têkoşîna gerîla ya modern dan.

Di wê çarçoveyê de navê ARGK (Artêşa Rizgariya Gel a Kurdistanê) bû HPG (Hêzên Parastina Gel).

Desthilata DSP, MHP, ANAP a koalîsyon wê demê di rewşa siyasî û leşkerî re nebûn yek.

Amerîkayê destwerdan kir û Erdogan çû Amerîkayê..

Pêngava 1’ê Hezîranê û daxuyaniya KCK’ê

Rêber Apo di Nîsana 2003’yan de di hevdîtina xwe ya li gel parêzeran xwe ragihand ku ew banga xwe ya agirbesta 1999’an paşve kişandiye.

Piştî peyama Rêber Apo Tevgera Azadî agirbest di 1’ê Hezîrana 2004’an de bi dawî kir û pêngaveke nû ya siyasî-leşkerî ku aliyê wê yê bîrdozî-rêxistinî xurttir bû, da destpêkirin.

Rêber Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hewldanên awarte kirin û di Newroza 2005’an de KCK îlan kir

Piştî Pêngava 1’ê Hezîranê û deklarekirina KCK’ê, di heman demê de li Kurdistanê li dijî faşîzmê berxwedaneke mezin çêbû û bawerî û vîna xwerêvebirinê di nava civakê de xurt bû.

Qonaxa sêyemîn a komployê û berxwedana Zapê

Di 5’ê Mijdara 2007’an de piştî hevdîtinên Erdogan bi serokê DYA’yê George W. Bush re, DYA’yê balafirên keşfê û çekên nû dan Tirkiyeyê û êrişa zapê destpêkir.

Lê gerîla bi berxwedaniyek mezin vê êrişê jî têk bir.

Nexşerê û stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ya 1’ê Hezîranê

Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê israr kir, “Nexşerê” amade kir û di 15’ê Tebaxa 2009’an de pêşkêşî rêveberiya dewleta Tirk kir û xwest 2 komên aştiyê yên ji Qendîl û Mexmûrê bên Tirkiyeyê.

Tevgera Azadiyê di 19’ê Cotmeha 2009’an de 2 komên aştiyê ku ji 34 kesan pêk dihatin, gihandin deriyê sînor ê Xabûrê.

Lê Erdogan plana êrişê ya nû xist dewrê û got “Em ji serî ve dest pê dikin.” Mîtîngên DTP’ê qedexe kirin, hucreya ku Rêber Ocalan tê de dihate ragirtin, guherandin û xistin cihekî din ku bi xwe jî jê re digot “tabût”.

Rêber Apo jî di 1’ê Hezîrana 2010’an de nexşerêya şerê gel ê şoreşgerî ragihand û got “Tekane rêya rizgariya gelê kurd di şerê gel ê şoreşgerî de ye”

Heta roja meya îro jî di hindirê wê tabûtê de tecrîda didome û şer û berxwedaniya gel, gerîla û Rêber Apo jî didome.

Back to top button