Bi nêzîkbûna 6’emîn salvegera rizgarkirina Reqayê, Komîteya Çandê û Şûnwaran a Reqayê pirtûkxaneyek niştîmanî li kolana Mensûr a bajêr vekir.
Di şahiya vekirinê de Desteya Çandê û Şûnwaran a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Rewşenbîran, Yekitiya Mamosteyan û rûspiyên eşîran ên herêmê beşdar bûn.
Hevseroka Komîteya Çandê û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê Lîlav Xelîl gotina vekirinê kir û bi xêrhatina beşdaran kir .
Piştre wêjevan û helbestvan Fewziye El Mirî vekirina pirtûkxaneyê pîroz kir û got:
“Gavek wiha ji bo pêkhateyên Reqayê pir baş e.
Divê em girîngî û rola pirtûkxaneyên niştîmanî nas bikin, ji ber ku ew navenda agahiyan e.”
Pirtûkxane ji aliyê helbestvan û wêjevan Fewziye El Mirî ve hate vekirin.
Piştre beşdar li nav pirtûkxanetê geriyan.