Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê dibistanan sererast dike û yên nû ava dike.
Îsal 397 dibistan hatin vekirin.
Her wiha ji bo sala bê plansaziyek daniye ku gundewaran jî digire nava xwe.
Der barê mijarê de hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê Xelef El Matar got:
“Li Reqayê di sala xwendinê ya nû de 15 dibistan hatin avakirin, 65 dibistanên din bi temamî û 122 bi awayekî beşî hatin sererastkirin.
Li gorî El Matar di sala xwendinê ya 2023-2024’an de 397 dibistan hatin vekirin.
El Matar wiha domand: “Plansazî heye ku 4 dibistan bên sererastkirin.
Komîte plan dike ku sala 2024`an 3 dibistanan ava bike; Xalid Bin El Welîd, Îsmaîl Baqir û Hezîme li bakurê Reqayê.
El Matar da zanîn ku komîteyê sala 2023`yan li bajêr 27 dibistan bi temamî û 7 dibistan bi awayekî beşî wêran bûbûn, sererast kirin û 2024`an dê girîngiyê bide dibistanên li gundewaran.
Her wiha El Matar destnîşan kir ku li gorî pêwîstiyê û belavbûna xwendekaran di nava bajêr de, dibistan hatin avakirin an jî sererastkirin.