Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê nirxandin kir. Newroz Ehmed got:
”Dewleta Tirk di êrişên li ser herêmê de sivîlan dike hedef. Destdekê dide çeteyên DAIŞ’ê û dixwaze aramiya herêmê têk bibe. Gel jî bi hêz û îradeya xurt bersivê dide êrişan.
Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed derbarê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevkariya dewleta Tirk bi çeteyên DAIŞ’ê û rola gel û hêzên kurdî di parastina herêmê de ji Radyo ya Rojava re axivî.
Newroz Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi çekên giran êrişî Zirgan, Til Temir, Eyn Isa, Kobanê û Şehbayê dike.
Newroz Ehmed: Dewleta Tirk destekê dide DAIŞ’ê û têkçûna wan asteng dike
Newroz Ehmed diyar kir dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya êrişên xwe yên domdar ên li dijî herêmê, têkçûna DAIŞ’ê asteng dike.
Newroz Ehmed: Dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze aramiya herêmê têk bibe
Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê ani ziman bi êrişan dewleta Tirk dixwaze aramiya herêmê têk bibe û gel bitirsîne, çeteyên DAIŞ’ê jî heman rêbazî dike.
Newroz Ehmed: Divê gel li hemberî siyasetên qirêj ên dijmin hişyar bin
Newroz Ehmed bal kisandser berxwedana gel u got divê gelê herêmê li hemberî êrişan û bilanên qirêjî yên li ser herêmê hişyar bin.
Di dawiyê de Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed daxwaz ji hêzên kurdî kir ku nebin destek ji dijmin re û yekîtiya xwe ava bikin.