Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo nîqaşkirina reşnivîsa peymanê civînên xwe dewam dike. Komîteyê li Qamişlo û Eyn Îsayê civîn li darxist û reşnivîsa peymanê hat nîqaşkirin.
Bi armanca nîqaşkirina Peymana Civakî, civîn ji gel û saziyan re tê li darxistin û nîqaş û nêrîn derbarê peymanê de tên kirin.
Îro li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê civînek hate lidarxistin.
Endamên deste û saziyên rêveberiya Xweser di civînê de amade bûn.
Di civînê de komîteyê reşnivîs xwend.
Piştî xwendinê derbarê reşnivîsa peymanê de nirxandin û pişniyar hatin kirin.
Ev civîna 5’an e ku komîte li Qamişlo li dar dixe.
Tê payîn wê li Qamişlo bi giştî 16 civîn bi gel û saziyan re werin çêkirin.
Beşdarbûna endaman pir baş bû her wiha nerîn û pişniyarên derketin jî pir girîng bûn.
Ev nerîn hemû hatin nivîsandin û wê ji komîteya berfireh re were şandin..
û wê gelek rêze civîn piştî cejnê werin lidarxistin…
Li Eyn Îsa reşnivîsa peymanê hate nîqaşkirin
Her wiha Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi meclis û şaredariyên girêdayî kantona Girê Spî re jî civiyan.
Endamên Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Herêma Firatê Hisên El-Şêx, Fayîze Ebdî, Necat Musle û Leyla Ehmed di civînê de amade bûn.
Di civînê de bendên sereke û xalên Peymana Civakî, hatin xwendin.
Endamên komîteyê li ser daxwaza beşdaran bend şîrove kirin û beşdaran jî nêrînên xwe parve kirin.
Tê payîn dê reşnivîsa peymanê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bê xwendin û nîqaşkirin.