Ûkrayna..Bajarê Mariupol bi ketiberî tê topbarankirin

Rûsya di girtina Ûkrayna de israr dike. Tevî hemû bangan, Moskow li bajarê Mariupol êrişên xwe ranawestîne. Serokê Rûsya Putin gef li welatên dixwazin destwerdanê li Ûkrayna bikin xwar û got: Li dijî welatê ku destwerdanê bike, bi baya birûskê emê bersivê bidin. Di nava van aloziyan de, Sekreterê Giştî yê NY Guterres li Ûkrayna ye.

Şerê di navbera Ûkrayna û Rûsya de, wê demek kin bidawî nebe.

Yan jî ya tê xuyakirin ewe.

Ji ber ku dijwariya şerê li herêmê vê yekê nîşan dide.

Ev der bajarê Mariupol yê wêrankirî ye.

Li bajar tevî wêraniya zêde, tankên hêzên Rûsya her deverî dikin armanc.

Hêzên Rûsya ji ber teqemenî û xefikên leşkerên Ûkrayna qurbaniyên zêde didin.

Ûkrayna: Nêzî 22,800 leşkerên Rûs hatine kuştin

Serfermandariya Ûkraynayê ji aliyê xwe ve, bîlançoya şerê 64 rojan eşkere kir.

Li gorî vê, Heta niha nêzî 22 hezar û 800 leşker hatine kuştin.

187 balafir, 155 helîkopter û 970 tankên Rûsya hatine bêkêrkirin.

Pentagon: Nivê 90 sîstema Obus a DYA şandî gihişt Ûkrayna

Di vê navberê de, DYA di şandina çekan bû Ûkraynayê de didome.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) John Kirby diyar kir ku 90 sîstemên obus yên ji bo Ûkrayna hatine şandin ji nîvê wan bêtir gihiştiye cihê xwe.

Ji bo van sîsteman perwerdeya koma yekem ya leşkerên Ûkrayna jî hatiye bidawîkirin.

John Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de şerê Ûkrayna-Rûsyayê nirxand.

Kirby destnîşan kir ku ji bilî pergalên obusê yên ji artêşa Ûkraynayê re hatine şandin, 190 hezar û 155 topên hawanê jî gihîştine welêt.

“Yên dixwazin destwerdanê bikin em ê bi leza birûskê bersiv bidin”

Hemwextî vê yekê ji Rûsya peyama gefxwarinê ji bo welatên dixwazin di şerê Ûkrayna de destwerdanê bikin hat.

Serokê Rûsya Vladimir Putin bi awayekî eşkere got;

Em ê bi leza birûskê bersivê bidin aliyên ku dixwazin destwerdanê di şerê li Ûkrayna de bikin.

Di destê me de amûrên ku kes nikare pêşiya wan raweste heye.

Em vê ji bo furtên xwe bikin nabêjin.

Ger pêwist kir em ê bikar bînin.

Guterres li Kîevê ye

Hemwextî dijwariya şerê li rojhilatê welat, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres û şandeyek pêre serdana Ûkrayna kirin.

Antonio Guterres beriya hevdîtina xwe ya li gel Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky li bajarê Borodianka geriya.

Guterres wêraniya li nava bajar ji nêzve şopand û li ser rewşa heyî ji rayedarên Ûkrayna agahî girt.

Sekreterê Giştî yê NY têkildarî bidawîbûna şer jî got,

Şerê Ûkrayna û Rûsya tenê bi daxwaza Moskow wê bi dawî bibe.

Hêjayî bibirxistnêye ku Guterres beriya serdana xwe ya li Ûkrayna serdana Rûsya kiribû û bi Vladimir Putin re civiyabû.

 

Back to top button