Nûnerê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm El Selac destnîşan kir ku hikumeta Iraqê daxwazên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne.
El Selac diyar kir ku kamp ji nêzî 30 salan ve hatiye avakirin û ew jî kampeke mirovî ye û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye naskirin û got:
“Divê li gor pîvanên NY’ê nêzîkatî bi kampê re bê kirin ne ku ew bê dorpêçkirin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikûmeta Iraqê berpirsê van êrişan e û ew daxwazên Tirkiyeyê li ser xaka Iraqê pêk tîne.”
El Selac bang li NY û rêxistinên karên penaberan kir ku xwedî li erkên xwe derkevin û li hember êrîşên li dijî kampa Mexmûrê helwestên cidî nişan bidin.
Ciwanên Şoreşger li Atînayê êrişa li ser Mexmûrê şermezar kirin