Çete li Efrînê baceyan li ser xwediyê dikanan disepînin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kirinên xwe yên hovane, li Efrînê didomînin. Çete di çarçoveya guhertina demografya herêmê de, baceyan li ser şêniyên Efrînê yên resen disepînin. 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ragihand ku çeteyên ‘Sultan El-Murad’ bacayan li ser xwediyên dikanan disepînin.

Li gorî Çavdêriyê, çete gefan li xwediyê dikanan dixwin û 10 hezarî heta sed hezar L.S jê distînin.

Çalakvaneyekî ji Efrînê jî diyar kir ku çete dest datînin ser mal û milkên kesên ku baceyan nadin.

Back to top button