Hêzên Asayişê gurûpeke qaçaxcîyên mirovan girt

Bi armanca derbekirina projeya Rêveberiya Xweser gelek tiştên ne qanûnî tên kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 kesên ku qaçaxçîtiya mirovan dikirin girtin.

Li dijî kesên ku qaçaxçîtiya mirovan dikin Hêzên Ewlekariya Hundirîn di nava operesyonan de ne.

Hêzên Ewlekariyê 3 kesên bi navê Samî Enter Ibrahîm, Yezen Elî Ibrahîm û Nûr Eledîn Miho Ibrahîm ku qaçaxçîtiya mirovan dikirin, girtin.

Her sê kesên hatine girtin diyar dikin ku ew bi kesê bi navê Xalid Ebû Edhem re ku ev kar organîze dikir re dixebitîn.

Van kesan xelk ji vê herêmê derdixistin û dişandin Girê sipî û ji wir jî derbasî Turkiyê dikirine .

Ev qaçaxciyê bi navê Xalid Ebû Edhem li girê Sipî dimîne û bi çeteyên dewleta Tirk re dixebite.

Ebû Edhem di berdêla her kesekî ku wî di Girê Sipî re derbasî Tirkiyê dike 5 hezar dolarî ji wan distîne.

Ji kesên hatine girtin, Samî Ibrahîm wiha qale karê derxistina mirovan ji herêmê dike:

Xalid Ebû Edhem li ser her kesekî ku ji herêma Cizîrê ber bi Girê Spî ve diçe 5 hezar dolarî distîne.

Karê min jî ku ez wan ber bi Reqayê ve bibim.

Min yek an du kes dibirin û li ser her yekê 200 dolarî digrim

Li wir jî ez van kesan radestî yekî bi navê Ibrahîm dikim û ez vedigerim

Her wiha Yezen Elî Ibrahîm jî diyar dike ku wî bi riya Samî dest bi vî karî kiriye..

Yezen Ibrahîm tîne ziman ku di her cara wan mirov dibirin, 80 hezar Lîre Sûrî para wî bûye.digrt.

Yezen Ibrahîm jî piştrast dike Xalid Ebû Edhem ka ev kar bi rêve dibir û qaçaxcîtiya mirovan dikir, girêdayî komên çete yên dewleta Tirk e.

Hêjayî bibîrxistiyê ku Rêveberiya Xweser beriya niha bi demekê derbarê mijara qaçaxcîtiya mirovan de qanûn derxistibûn û cezayê qaçaxcîtiyê jî diyar kiribû.

Back to top button