Igor Konashenkov: 34 binesaziyên leşkerî yên Ûkraynayê hatin têkbirin

43 roj in li Ûkraynayê şer heye.
Her roja derbas dibe jî bi şêwazên cuda ev şer girantir dibe.
Pentagonê ragihand Rûsya hêzên xwe yên li bajarê Kiev û Chernihiv bi temamî paşvekişandiye û li herêma Donbasê şerekî giran daye destpêkirin.
Serokê Ûkraynayê dibêje:
“Rûsya bajarên ku xwe jê vedikişîne belge û sûcên xwe yên şer ji holê radike.”
Wezareta Parastinê ya Rûsya jî ragihand hêzên wan di 24 saetên dawî de 34 binesaziyên leşkerî yên Ûkraynayê ji holê rakirine.

Li Ûkraynayê 43 roj in bi dijwarî şer dewam e.

Berdevkê Wezareta Parastina Rûsya Igor Konashenkov ragihand hêzên wan li herêma Harkîv çekên welatên biyanî ku dabû Ûkraynayê têk birine.

Igor der barê bîlançoya şer a dawî de jî ev agahî da:

“Di nava 24 se’etên dawî de hêzên me 34 binesaziyên leşkerî yên Ûkranî ji holê rakirine.”

Heta niha hêzên me 125 balafir, 93 helîkopter, 408 balafirên bêmirov, 227 pergala mûşekan a parastinê, hezar 987 tang û hezar 888 erebeyên zirxî yên artêşa Ûkranî têk birine.”

Igor Konashenkov idîa kir ku Hêzên taybet û Ûkranî wê li herêma Harkîv çekên kîmyewî bi kar bînin û bixin stûyê Rûsyayê û artêşa Rûsyayê bi vê sûcê tawanbar bikin.

Zelensky: Rûsya êdî belgeên xwe yên sûcê şer ji holê radike

Serokê Ûkraynayê Vladomir Zelensky jî der barê kuştina sivîlên bajarê Bûca de got:

“Rûsya ji ber bûyera li Bûcayê niha li bajarên din ên ku dagirkirine rêbaz guhertiye.

Belge û ispatên sûcên xwe li bajarên din ji holê radike.”

Zelensky da zanîn her çendî Rûsya belgeyan ji holê rake jî ew ê bi pergala şopandinê sûcên wê derxînin holê.

Pentagon: Rûsya hemû hêzên xwe yên li Kiev û Chrnihiv bi paş ve kişandin

Li aliyekî din Pentagon ragihand Rûsya hemû hêzên xwe ku ji 20 tabûran pêk dihat li derdora bajarê Kiev û Chernihiv bi paş ve kişandiye.

Pentagona da zanîn ku li herêma Donbasê Rûsya êrişên xwe zêdetir kirine û got:

” Ji bo parastinê me doh bi qasî 100 milyon dolar alîkariya leşkerî, mûşekên ji cûreya Javelîn jî di nav de, dane artêşa Ûkraynayê.”

Îngilîstanê xebatên du bankên herî mezin ên Rûsyayê rawestandin

Di çarçoveya cezayên li dijî Rûsyayê de jî Wezîra Karê derve ya Îngilîstanê Liz Truss ragihand wan xebatên bankên herî mizin yên Rûsya ‘Sber Bank’ û ‘Credît Bank of Moscow’ rawestandine.

Back to top button