Serhildanên li Îran û Kurdistanê didomin, ji ber êrişên rêjîmê zêdeyî 50 kes hatine kuştin

Serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên li dijî kuştina jina Kurd Jîna Emînî, tevî êrişên hêzên rejima Îranê jî di roja xwe ya 8’emîn de didome. Gel bênavber dûrûşmeya, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ diqîrin û li qadan li ber xwe didin.
 Hate ragihandin heta niha di encama êrişên hêzên rejîmê de zêdeyî 50 kesî jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes birîndar bûne û hatine binçavkirin. Li seranserî Îranê û Kurdistanê jî înternet hatiye birîn.

Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku li ser kuştina Jîna Emînî destpêkirine di roja xwe ya 8’an de bênavber didome.

Hêzên rejima Îranê ji bo asteng kirina çalakiyan dest bi girtina gel kiriye li gorî dîmen û agahiyên ku têne belav kirin heta niha bi sedan kes hatine girtin.

Hat ragihandin di êrişên hêzên rejimê de zêdeyî 50 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan birîndar hene.

Li gorî agahiyan rejîma Îranê gelek yekîneyên taybet şandine bajarê Şino ku ketibû destê gel.

https://youtu.be/OcgwcxqbfSQ

 

Back to top button