“Li Başûrê Kurdistanê girtina rojnamevan û çalakvanan dewam dike”

Rêxistina Efûya Navneteweyî di rapora xwe ya salane de ragihand ku li Başûrê Kurdistanê hê jî girtina çalakvan û rojnamevanan dewam dike.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rapora xwe ya salane ya li ser binpêkirinên mafan weşand.

Rêxistinê di beşa rapora xwe ya derbarê Başûrê Kurdistanê de ragihand bêdengkirina azadiya fikir û raman, girtina çalakvan û rojnamevanan ya li Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Rêxistinê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê kuştina jinan ya ji aliyê zilaman ve zêde bûye.

Her wiha li gorî daneyên rêxistinên jinan, ji meha Çileyê heya Adarê 16 jin hatine kuştin.

Back to top button