Li Îsraîlê hêrsa li dijî hikumetê

Li Îsraîlê hewildanên hikumetê yên li ser dadweriyê welatî daxistine qadan.
Serokwezîrê Îsraîlê piştî zextên xwepêşandêran ragihadn ku wan guhertina dadwerî derng xistiye.
Lê vê yekê jî nekarî dawî li xwepêşandanan bîne.

Li gorî Tora El Erebiye serkêşên xwepêşandanan ên Îsraîlê got:

Netanyahu bi derengxistina pêkanîna guhertinan, hewl dide zextên gel lewaz bike û piştre careke din biryarê pêk bîne.

Li aliyekî din Yekitiya Karkeran a Îsraîlê ragihand ku greva giştî taloq kir.

Wezîrê ewlehiya neteweyî yê Îsraîlê Itamar Ben Gvir jî got:

“Taloqkirin demkî ye.

Netanyahu soz da min ku guhertinan piştî mehekê pêk bîne.”

Nivîsgeha serokê Îsraîlê Îsaac Herzog di daxuyaniyekê de ragihand ku serok bi serokwezîr Benjamin Netanyahu û rayedarê muxalefetê Yair Lapid û wezîrê parastinê yê berê Benny Gantz re axiviye.

Ev yek jî bi armanca despêkirina danûstandinên navbera aliyan de bû.

Hikumeta Netanyahu di 4’ê Çileyê de plansaziyek ragihand ku derfetê dide Knessetê (meclis) ku hin biryarên dadgeha bilind betal bike.

Ev biyar desthilatdariya hikumetê ya di warê dddgeran de xurtir dike.

Îsraîlî ji vê plansaziyê ne razî bûn.

Li gorî wan ev plansazî serxwebûna dadgehan û dadgeriyê dixe xetereyê.

Back to top button